Ragihandina xweseriyê li Bakur dê pêk were yan na?

AKPê û HDPê bi du nêrînin cuda ligel vê pirsê tevdigerin.

K24- Stenbol

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji niha ve ragihandina xweseriya demokratîk a Kongreya Civata Demokratîk (KCD) tê axaftin. Niha pirsa ku herî zêde tê pirsîn ew e "Ji îro pê ve dê çi bibe." Tê gotin 14 xalan daxwazên aştiyane ne lê belê rê û rêbaza xelet e loma pêkanîna xweseriya demokratîk ne gengaz e.

Kongreya KCDê bi 14 xalan, hûrgiliyên xweseriya demokratîk ragihand. Li gor vê siyaseta li parlamentoyê HDPê, xebatên şaredaran DBPê, xebatên li gel saziyên sivîl ên civakî DTKê û têkiliyên bi civata rojavayê Tirkiyê jî HDKê dê bi rê ve bibe.

Parlamenterê berê yê Ak Partiyê, Abdurrahman Kurt teza xwe li ser xweseriya demokratîk amade kiriye û ragihandina xweseriya demokratîk a DTKê wek serxwebûn dinirxîne.

Abdurrahman Kurt  ji K24ê re got: “Eger şer û pevçûn nebûya, daxwaza HDPê wê bihata guftûgokirin. Bi çek û tundiyê xweseriya demokratîk nabe. Berî niha jî Aysel Tugluk xweseriya demokratîk ragihandibû. Di bin siya çekan de demokrasî nayê axaftin. Ocalan di sala 2013'an de banga vekişanidina hêzên çekdar kiribû. Jixwe siyasetmedarên HDPê jî naxwazin ku xweseriya demokratîk pêk were. Derdê wan ne demokrasî ye. Armanca wan ew e ku tevlîhevî zêdetir bibe.

HDPê ji bo piştgiriya bo xweseriyê dê bi partiyên opozîsyonê re jî hevdîtinan pêk bîne. Endamê encûmena HDP'ê Gencay Gursoy diyar kir ku ne MHPê lê piraniya parlamenterên CHP'yî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dê helwesteke erênî nîşan bide.

Gursoy diyar kir ku “Bi ya min xala dawî ku banga guftûgoyê dike gelek girîng e. Pir zelal e ku bi ragihandina xweseriya demokratîk daxwaza statû nasname bo Kurdan tê kirin. HDP ji bo axaftinê amade ye divê yê ku gav biavêje hikûmet e.“”

HDPê ji bo çareseriyeke siyasî ev demeke dirêj e banga xweseriya demokratîk dikir. Piştî hevdîtinên bi nûnerên partiyên siyasî yên bi Kurd re dest bi xebatê kir û di kongreya dawî ya DTK'ê de daxwaza xweseriya demokratîk kir. Ji bo pêkanîna daxwaza HDP'ê, nêrîna hikûmeta Ak Partiyê girîng tê dîtin. Lê belê rayedarên Ak Partiyê nerazîbûna xwe nîşanî vê daxwazê kirin.