DAIŞê rojnamevanê Sûrî li Entabê kuştiye

Najî el-Cerif ji aliyê kesên nenas ve beriya çen rojan li Tirkiyê hatibû kuştin.

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê berpirsyariya xwe li ser kuştina rojamevanekî Sûrî li Entabê, ragihand.

Rojnamevan û çalakvanê Sûrî, Najî el-Cerif li Entabê ji aliyê kesên nenas ve hatibu kuştin.

Dema kuştina Najî, çalakvanên opozîsyona Sûriyê diyar kirin ku, DAIŞê  ew li Tirkiyê kuştiye.

Îro jî DAIŞê li ser internêtê berpirsyariya xwe li ser kuştina Cerif anîbû ziman.

Najî el-Cerif kesayetiyek navdar bû di nav çalakvan, rewşenbîr û rojnamevanên opozîsyona Sûriyê de, ew sernivîserê rojnameya Hinte û rêveberê projeya “Besme Sûriye” bû.

Herî dawî jî, Najî dekumêntariyek li ser tawanên DAIŞê li Helebê derhênabû.

Di Mijdara borî de jî, DAIŞê çalakvanî Sûrî, Ibrahîm Ebdulqadir û hevalê wî li Tirkiyê serjêkiribûn.

Ebdulqadir yek ji çalakvanên kampaniyaya “Reqa bi bêdengî tê kuştin” bû, ku tawanên DAIŞê li Reqaya Sûriyê li ser internêtê belav dikirin.