“Xweserî” û “Roboskî” rojeva civîna Parlementoya Tirkiyê bûn

CHP û HDP û MHP nêrînên cuda tînin ziman.

K24- Stenbol

Li Tirkiyê rojeva siyasetê çareserkirina pirsa Kurd e. Rewşa aloz a ji ber operasyonên li Bakurê Kurdistanê biryara ragijandina xweseriyê ya ji aliyê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) germtir bû. Siyasetmedaran rexneyên giran li hev du girtin.

Xweserî, ragirtina serdana bo HDPê û salvegera komkujiya li Roboskiyê rojeva siyasetê germ kir. 

Pêşî Serokwezîr Ahmet Davutoğlu hevdîtina ligel HDPê ragirt, li ser vê mijarê jî, Sirri Sûreyya Onder got; “Heger ew bixwazin bila senarîstê wan biçin li Qendîlê çaya kaçax vexwe” . Piştre jî Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalın xweserî wekî tiştekî ji civakê dûr û fanteziyekê nirxandin.

Li ser van geşedanan muxalefetê rexne li Hikûmetê girt.  Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken betalkirina randevuyê wekî helweste şaş a siyasî nirxand û îdiayê girtina partiya xwe jî wekî gefên erzan nirxand. Herwiha Baluken diyar ki ku danezana KCD wekî belgeyek dîrokî dibînin.

 Îdrîs Baluken wiha domand: “Danezan manîfestoyeke Dîrokî ye. Li gorî me, heger ew sererastkirinên li danezanê de cig digirn pêk bên, di warê netewî de, gavên Demokrasiyeke Xurt wê bên avêtin.”

Cîgirê Serokê Koma CHPê Sezgîn Tanrıkulu jî got li Tirkiyê partiyên Federasyonê jî dixwazin hene ku serî li rêbazên Tundrew nedane û ji ber vê yekê jî ew biryara KCDê şaş nabînin û wiha dimand: “ Em dibêjin, bila hemû daxwazên demokratîk ên ku cih nade çek û rê li ber tundiyê venakin, di bin banê Parlamentoyê de, werin gotûbêjkirin.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural rexneyên giran li danezana KCDê girt û bangî dozgeran kir ku lêpirsînê bide destpê kirin. 

Vural Hikûmet jî rexne kir û got bi xwe ew Fîlman tomar dike û got: “ Serokwezîrt gotiye ne mimkûne ku em bi wan re rûnê û em fîlman tomar nakin. Belê Davutoglu we heta niha kîja fîlmê çareseriyê tomar dikirin.”

Ji aliyê din ve, siyasetmedaran gotin 4 sal li ser qetliyama Roboskiyê derbas bûye lê belê heta niha hêj berpirs derneketiye holê û lêpirsîn bê encam maye. Siyasetmedaran îdiakirin ku her roj Roboskiyên nû pêk tê û wê rojek were ku berpirs werin darizandin.