YPGê li Efrîn û Helebê gefan li Îslamiyên radîkal dixwe

K24 – Efrîn 

fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kantona Efrînê daxuyanek belav kir û tê de hin komên Odeya Fetih Heleb tawanbar kir ku wan rêkeftina  di navbera her du aliyan de binpê kirine. 

YPGê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, heger ew kom pêbendiyê  bi bendên rêkeftinê nekin û êrîşên xwe li ser taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û herêma Efrînê berdewam bikin, ew rêkeftin dê ji holê  rabe û xalên ku li ser wê li hev kirine jî namînin.

Serkirdeya Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê (Wihde) Selah Elemdarî derbarê topbarankirina Efrînê ji K24ê re ragihand ku, “çekdarên Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ve duh 5 top ji dûr ve avêtin Efrînê, ev yek jî metirsiyê li ser jiyana nîv milyon niştecihên Efrînê çê dike.”

Derbarê rewşa taxên Kurdan li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) Elemdarî got: “Li taxên Helebê rewşa Kurdan aloztir e, ji ber ku ji aliyê  grûpên îslamî û rêjîmê ve têne armanckirin.”

Girûpên îslamî, duh çarxeriya yekem ya taxa Eşrefiyê ya Helebê armanc kirin, di encamê de avahiyeke sivîlan bi temamî hat rûxandin û bi dehan kuştî û birîndar hene. Herwiha li Şêx Meqsûd jî rêjîma Sûriyê 6 bermîlên teqîner bi ser wê taxê de berdan, di encamê de 4 welatiyên Kurd bûne qurbanî.