Dibe ku biryara KCDê bibe şensê dawî

Li Parlamentoya Tirkiyê rojev biryara xweseriyê bû, li ser danezana Kongreya Civaka Demokratîk hat sekinandin û hat gotin ku danezan ji bo pêkanîna aştiyê firseta dawî ye.”

K24 – Enqere (Adnan Gerger)

Li Parlamentoya Tirkiyê rojev biryara xweseriyê bû, li ser danezana Kongreya Civaka Demokratîk hat sekinandin û hat gotin ku danezan ji bo pêkanîna aştiyê firseta dawî ye.” 

Li parlamentoyê di komcivînan de giraniya axaftinên serkirdeyên HDP û CHPê li ser danezana Kongreya Civaka Demokratik bûn. 

Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag got: “Hişmendiya ku lêpirsînan dide destpêkirin di bin kontrola Qesra Spî û hikûmetê de ye,” Yuksekdag li ser betalkirina civîna li gel HDPê jî rexne li serokwezîr Ahmet Dautoglu girtin û got ev yek “mînaka bêcidiyetiyek siyasî ye.” 

Yuksekdag, derbarê danezana KCDê de jî diyar kir ku danezan, wek mafekî dikare bê nîqaşkirin: “Danezana KCDê naguhere, me ew wek teksteke statîk neavêt holê, ji bo hemû alikarî û nîqaşan vekirî ye. Werin em bi hevra nîqaşeke dînamîk birêve bibin.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroglu jî diyar kir ku cihê çareserkirina pirsa Kurd parlamento ye. Kılıçdaroglu destnîşan kir ku tu kes nikare xendekan biparêze.

Kılıçdaroglu politikayên AKPê wekî sedema aloziya heyî nîşan dan û wiha axifî: “Eger tuyê mezintirîn pirsa Tirkiyê çareser bike navnîşan parlamento ye, tuyê were li vê derê çareser bike em ê jî li vê derê nîqaşan bikin.”

Pisporên siyasetê yên ku K24 digel wan axavî dibêjin ji dêvla li parlamentoyê nirxandinên li ser danezana KCDê tên kirin divê partî bên cem hev û wekî dewletên demokratik pirsê bi awayekî hevpar çareser bikin.