Geşedanên 2015an ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

Tirkiye sala 2015an herî zêde di warê siyasî de derket pêş. Ji meha pêşî ya salê hevdîtinên bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re zêdetir bûn.

K24 – Enqere

Tirkiye sala 2015an herî zêde di warê siyasî de derket pêş. Ji meha pêşî ya salê hevdîtinên bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re zêdetir bûn. Hikûmetê çekdanîn wekî mercê berdewamiya proseyê danî û bo vê yekê xwest ku Ocalan daxwaza çekberdanê li PKKê bike.

01-Rêbendan

Tirkiye di Sala 2015an de herî zêde di warê siyasî de derket pêş. Ji Meha pêşî ya salê hevdîtinên bi Serokê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re zêdetir bûn. Hikûmetê çekdanîn wekî mercê berdewamiya proseyê danî û bo vê yekê xwest ku Ocalan daxwaza çekberdanê li PKKê bike. Herwiha Ocalan di 23ê Rêbendanê de tekstek ji 10 xalan pêk tê nivîsî û di wê tekstê de bo banga çekberdanê hinek merc danîn pêşiya Tirkiyê ku tê de daxwaza çareserkirina hemû kêşeyên siyasî yên Tirkiyê cih digirtin. PKKê jî ev teksta Ocalan bi erênî nirxand û ev tekst bo mercê çekberdanê da pêşiya Tirkiyê. Lê belê Hikûmeta Tirkiyê li dijî vê tekstê derket û diyar kir ku PKK li hincetan digere ku çekan bernede.

Li aliyekî hevdîtin û daxuyaniyên siyasî berdewam kirin li aliyê din geşedanên din, di rojeva Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de cih girtin.

26ê Rêbendanê Bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanî ji DAIŞê hate rizgarkirin. Rizgarkirina Kobanî di siyaseta Tirkiyê de deng veda. HDPê daxuyaniyên pîrozkirinê weşandin û şandeke parlamenter derbasî Kobanî bûn. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan rexne li helwesta HDPê girt  û got; “Îro em dibînin ku dîlanê digerînin. DAIŞ ji wê derê derketiye. Gelo wê kî wan cihên ku hatine bombebarankirin saz bike."

02-Sibat

Di 15’ê Sibatê de şandeyeke HDPê bo rewşa dawî a prosesê bi Rêvebirên PKKê re giftûgo bike çûn Qendîlê. Di Hevdîtinên de KCKê nerazîbûna xwe li dijî Pakêta Ewlehiya Navxweyî nîşan da û got ev pakêt rê liber zext û zordariya dewletê a li ser welatiyan vedike û ji ber vê yekê jî wê zirarê bide Prosesê. Piştî vegera şandeyê di 17ê Sibatê de Selahattîn Demîrtaş got; “Ji bo Ocalan banga çekberdanê li PKKê bike divê hikûmet ew 10 xalên Ocalan ji bo demokratîkbûnê daye pêşiya wan bi cih bike. Lê heger ew bi cih neke, em ê wan xalan ji raya giştî re aşkere bikin.”  Her wija di 25 Sibatê de Demîrtaş di bernameyeke zindî a Televizyonekê de ew 10 xal aşkere kir û got; “ Ocalan bi şertan banga çekberdana kir”.

Di 22ê Sibatê de, Tirkiyê bi operasyonekê Tirbeya Silêman Şah bo gundê Eşmeyê veguhest ku di bin kontrola YPGê de ye. Hat îdiakirin ku YPG jî di operasyonê de alîkarî daye Tirkiyê lê belê rayedarên Tirk ev îdia qebûl nekirin.

Di 28ê Sibatê de, li Qesra Dolmabahçeyê civîneke dîrokî lidar ket. Di civînê de Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Mahîr Ûnal, Rawêjkarê Berê yê MÎTê Muhammed Dervîşoglu û endamên şandeya Îmraliyê, Sirri Sûreyya Onder, Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken cih digirtin û 10 xalên demokratîkbûnê ên ku Ocalan wekî merc danîbû ber hikûmetê, hatin xwendin û banga çekberdanê li PKKê hate kirin.  Ev civîn wekî “Peymana Dolmabahçeyê” hatibû binavkirin.

03-Adar

Bi vê yekê meha Sibatê bo aştiyê bû cihê hêviyên mezin. Lê belê piştî 2 hefteyan di 15ê Adarê de, Serokkomarê Tirkiyê di Mitîngekê de got pirsa Kurd nîne.

 “ Binerin, dibêjin Pirsa Kurd. Birako kîjan pirsa Kurd. Êdî tiştekî wisa nîne.”

Piştî van gotinên Erdogan heyameke nû destpê kir. Di 17ê Adarê Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe a dawî de axaftineke gelekî kurt kir û di demên pêş de ev axaftina wî bû durişma HDPê a hilbijartinan. Demîrtaş wiha got;

“Birêz Recep Tayyîp Erdogan heta HDP hebe. Heta HDPî li van erdan sax be.  Tuyê nebe Serok. Birêz Recep Tayyîp Erdogan, em ê te nekin Serok. Em ê te nekin serok. Em ê te nekin serok!”

Ev gotinên Demîrtaş bû sedama aloziyeke mezin di navbera Hikûmet û HDPê de.

Di 18 Adarê navê hin kesên ku êw ên di Komîteya Şopandina Prosesê de cih bigirin hate aşkere kirin. Lê belê di 20ê Adarê de Serokkomar Erdogan got ez Komîteya Şopandinê rast nabînin.

Di 21ê Adarê de, roja Newrozê, li Diyarbekirê, nameya Ocalan hate xwendin. Di nameyê de, 10 xalên li ser lihevkirî hate bibîranîn û bang li PKKê hat kirin ku di vê çarçoveyê de kongreya çekberdanê pêk bîne.

Lê belê piştî rojekê, di 22ê Adarê de, Erdogan derket û got; “haya min ji Peymana Dolmabahçeyê nîn e. Ev yek ne rast e.”

Bi van niqaşan, prosesa aştiyê rawestiya û têkoşîneke xurt a di navbera HDPê û Hikûmetê de destpê kir.

04-Nîsan

Di meha Nîsanê de jî rewşa aloz a siyasî berdewam kir û bi ser de şer û pevçûn jî destpê kirin.

Di 11ê Nîsanê de, li Diyadîna Agirî di navbera Hêzên Leşkerî ên Tirk û PKKê de pevçûn derketin. Ji bo şer û pevçûn rawestin sivîl ber bi herêma pevçûnan ve herikîn û di encamê de welatiyê bi navê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest da.

05-Gulan

Meha gulanê bi têkoşîneke xurt a hilbijartinê derbas bû.

xebatên hilbijartinan bi kelecaneke mezin dihate kirin û bo her partiyê hilbijartin wekî man an nemanê dihate nirxandin. Lê belê bo her partiyê xebatên hilbijartinê bi hêsanî ne dihate kirin. Êrîşên li ser avahiyên HDPê gelekî zêde bûbû û her wiha di 18 Gulanê de, di avahiyên HDPê ên li Mêrsîn û Edenê de, di heman demê de, bombe teqiya. HDPê hikûmet wek berpirsiyarê wan teqînan nîşan da.

06-Hezîran

Di Hezîranê de kelecana hilbijartinan gihaşte asta herî bilind û her partî di xebatên xwe ên bo hilbijartinan bi lez û bez berdewam bû. Her wiha HDPê jî li Diyarbekirê amadehiya girîngtirîn mitînga xwe dikir. Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş amade bû derkeve ser dikê lê belê di mitînga ku 100 hezaran kes beşdarbûn, 2 teqîn çêbû. Di encama teqînan de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîn bûn. Xebatên hilbijartinê bi van teqînan bi dawî bû û di 7ê Hezîranê de hilbijartin lidar ketin. Di hilbijartinan de, encamên sûrprîz derketin holê. AK Partiya ku 13 sal bû Tirkiye birêve dibir ji rêjaya dengê xwe gelekî kêm kir û ji hikûm ket. Partiya Demokratîk a Gelan HDPê cara ewil wekî partî dikete hilbijartinê û baweriya ku benda hilbijartinan a ji sedî 10an derbas bike gelekî nebû. Lê belê HDPê ji sedî 13ên dengan 80 parlamenter derxist. Di van hilbijartinan de, AK Partiyê 258, CHP 132 û MHPê 80 parlamenter derxistin. Ji ber ku hejmara parlamenterên tu partiyan ji sedî 50î  derbas nedikir ango hejmara kursiyan negihaşte 276an tu partiyan nedikarîbû bi tena serê xwe hikûmet damezranda ji ber vê yekê di navbera partiyan hevdîtinên damezrandina hikûmeteke hevpeymanî destpê kir.

07-Tîrmeh

Her wiha di vê çarçoveyê de 13,14 û 15ê Tîrmehê Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Serokê Giştî ên CHPê, MHPê û HDPê Kemal Kiliçdaroglu, Dewlet Bahçelî û Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêşî pêk anîn. Piştre AK Partiyê biryar da ku hevdîtinan bi CHPê re bidomîne.

Di 20ê Tîrmehê de, li Pirsûsa Rihayê, teqîneke gelekî mezin çêbû.

300 ciwanên ku dixwestin ji zarokên Kobanî pêlîstok û pirtûkan bibin, li Pirsûsa Rihayê a Bakurê Kurdistanê kom bûn. Beriya derbasî Kobanî bibin xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê di dema xwendina daxuyaniyê de êrîşeke xwekujî li dijî wan çê bû. Di encama êrîşê de, 35 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Kesê êrîş pêk anî endamê DAIŞê bû. Partiyên Muxalefetê CHP û HDPê hikûmet berpirsiyarê vê Êrîşê dît. Piştî vê êrîşê 2 rojan li Ceylanpinara Rihayê polîs di malên xwe de hatin kuştin. Rêxistineke bi navê Tîmên Fedaî ên Apocu kuştina polîsan li xwe girtin. Piştî vê yekê hikûmeta Tirkiyê li dijî PKKê, li bakurê Kurdistanê dest bi operasyonên berfireh kir. Bi vê yekê şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê destpê kirin.

Di 29ê Tîrmehê de CHPê pêşniyaz li parlamentoyê kir da ku komîsyoneke lêkolînkirinê damezranê û bûyerên tûndiyê vekole. Lê belê MHP û AK Partî bi yekdengî li dijî pêşniyaza CHPê derketin.

08-Tebax

Di meha Tebaxê de hevdîtinên bo damezrandina Koalisyonê ên di navbera AK Partî û CHPê ên dawî hate kirin. Di 4ê Tebaxê de hevdîtina 5. pêk hat û di 14ê Tebaxê de jî hevdîtina dawî pêk hat. Hevdîtina di 14ê Tebaxê de, di navbera Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokwezîr Ahmet Davutoglu de pêk hat. Lê belê tu encam ji vê hevdîtinê derneket.

Piştî vê hevdîtinê Davutoglu spasî li CHPê kir û sinyanên dubarekirina hilbijartinan da.

Ahmet Davutoglu; “Ez her du aliyan jî spas dikim. Girîngtirîn hevdîtin ên di dîroka Komarê de pêk hatin. Ev destkeftiyeke mezin e.  Ji bo îstîkrariyeke mayinde ixtimala dubarekirina hilbijartinan zêde bûye, heta tekane rê ev e. “

Kemal Kiliçdaroglu jî wiha nerazîbûna xwe li dijî prosesa hevdîtinên damezrandina hikûmetê nîşan da;

“Di dawiya dawî de, pêşniyaza hikûmeta hilbijartinê li me kirin. Ango gotin di Mijdarê de hilbijartin heye. Xwezî ji pêşî gotibiyana na!. Em ê piştgiriyê nedin hilbijartinên pêşwext.”

Bi vî awayî hewldanên damezrandina hikûmeta hevpeymanî a di navbera CHPê û AK Partiyê pûç derketin. Li aliyê din şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê dijwartir dibû û her wiha li hin navçeyan qedexekirina derve dihate ragihandin.

Pêşî di 16 û 17ê Tebaxê de, li Mûş û Gimgimê, paşê jî di 17,18 û 19ê Tebaxê de li Lîcê û Farqîna Diyarbekirê derketina derve hate qedexekirin. Biryarên qedexekirinê ên derketina derve rojbiroj bo hin bajarên din dihate berfirehtirkirin.

Di vê navberê de di 24ê Tebaxê de Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan, biryara dubarekirina hilbijartinan da. Tirkiye careke dî xwe ji bo hilbijartinan amade kir. Lê belê vê carê Tirkiye di bin siya şer û pevçûnan de diçû li ser sindoqan.

09-Îlon

Di meha Îlonê de şer û pevçûn gihaşte asta herî bilind. Di 7ê Îlonê PKKê li Oremarê di navbera PKKê û Hêzên Çekdar ên Tirk de şerekî giran qewimî. Di encamê de li gorî Sererkaniya Giştî a Tirk 16 û li gorî çavkaniyên PKKê 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê yekê li seranserî Tirkiyê li dijî avahiyên HDPê êrîş pêk hatin, li Enqerê Navenda Giştî a HDPê hate şewitandin. Li dijî Karmendên Kurd ên li bajarên Tirkiyê lînç destpê kirin.

10-Cotmeh

Meha Cotmehê jî bi xwînî derbas bû. Di 10ê Cotmehê de, rêxistinên Ked û Demokrasiyê ên wek KESK, DİSK, SES, TMMOB û TTB bi daxwaza rawestina şer û pevçûna mitîngeke berfireh a aştiyê organîzekirin. Ji hemû bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran aştîxwaz, bo dengê xwe ên aştiyane bilind bikin, berê xwe dan Enqerê. Lê belê beriya mitînga aştiyê destpê bike, li qada mitîngê 2 êrîşên xwekujiyê pêk hatin. Di encama her du êrîşan de, zêdetirî 100 aştîxwazan canê xwe ji dest dan.

Piştî vê êrîşê, HDPê û CHPê hikûmet sûcdarkirin ku bergirî negirtiye û her wiha her du partiyan hemû xebatên xwe ên hilbijartinên betal kirin.

11-Mijdar

Tirkiye di proseseke wisa de çû li ser sindoqan û di 1ê Mijdarê de hilbijartin hate lidarxistin.

Di encama hilbijartinan de, AK Partiyê serkeftineke mezin bidest xist û ji sedî 49ê dengan 317 parlamenter derxistin. Di van hilbijartinan de, CHPê 134, HDPê 59 û MHPê jî 40 kursî bidest xistin. Hejmara parlamenterên AK Partiyê têrê dikir ku bi tena serê xwe hikûmetê damezrîne û her wiha di 24ê Mijdarê de hikûmet hate damezrandin.

Lê belê damezrandina hikûmetê di bin siya xist firokeya Rûs de derbas bû.  Tirkiyê bi hinceta firokeya Rûs qada wan asîmanî binpêkiriye anî xwarê û ev yek bû sedema aloziyeke mezin di navbera Enqere û Moskov de.

Li aliyekî têkiliyên Tirkiyê ên bi derve û li aliyekî Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê di rojeva siyasî a Tirkiyê de dibû cihê niqaşên kûr.

Qedexekirina derketina derve a bo bajarên Kurdan û şer û pevçûnên li nava kolanan rojbiroj jiyana rojane dijwartir dikir. Her roj welatiyên sivîl dihatin kuştin, cihên dîrokî dihate wêrankirin. Her wiha di 28ê Mijdarê de dema Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî banga rawestina şer û pevçûnan dikir, ji aliyên hêzên tarî ve hate qetilkirin.

Kuştina Tahir Elçî di dilê her kesekî aştîxwaz de birîneke kûr vekir û ev yek wekî vegara salên 90î hate nirxandin ku di wan salan kuştinên bi vî rengî gelekî zêde bûn.

12-Berfanbar

Di 5ê Berfanbarê de Leşkerên Tirk derbasî Mûsilê bûn û careke dî têkiliyên Tirkiyê ên navneteweyî bû cihê aloziyê. Hikûmeta Iraqê Tirkiye li Ciwata Ewlehiyê a Neteweyên Yekgirtî, gilî kir.

Her wiha bo giftûgokirina vê kêşeyê û têkiliyên bi Tirkiyê re, di 9ê Berfanbarê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdaneke girîng bo Tirkiyê kir. Di vê serdanê de, Serok Barzanî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de, alaya Kurdistanê di tenişta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de hate danîn û ev yek bû cihê kêfxweşiyê.

Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan HDP û partiyên din ên Bakurê Kurdistanê jî bi Serokê Barzanî re hevdîtin kirin û ji wî daxwaz kirin ku bo rawestina şer û pevçûnan û jinûve destpêkirina Prosesa Aştiyê hewl bide.

Di 25ê Berfanbarê de, Kongreya Civaka Demokratîk bo du rojan civiya. Di encama civînê de, biryara ragihandina “herêmên xweser ên demokratîk” hat pêşniyarkirin

Biryara KCDê bû cihê niqaşên tund û derbarê Hevserokên KCDê, HDPê û DBPê de lêpirsîn hate destpêkirin.