Li Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand

Kurdistan sala nû bi berfê pêşwazî dike. Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfa zêde jiyan rawestand.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurdistan sala nû bi berfê pêşwazî dike. Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfa zêde jiyan rawestand. Li Bedlîsê ji şevê din ve bê navber berf dibare û dibistan jî ketin betlaneyê. Li Şirnexê berfeke zêde bariya û bû cihê kêfxweşiya zarokan.

Li Mûşê pileya germayê daket 15 pile jêr sifirê û çemê Mûradê qerisî, ligel ku berfeke zêde bariya ye. Li Agirî jî gelek rê ji ber berfê hatin girtin û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye. Li Qers û Erzerom û Sewaz û piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare û gehiştiye astekî ku jiyan rawestiya ye.

Îro di roja dawî ya sala 2015an de li Diyarbekirê jî berf barî û bajêr wek bukekê bi sipî xemilandiye. Rêvebiriya keş û hewayê jî daxuaynd ku dê hefteyekê pêla germayê kêm bibe û li seranserê Bakûrê Kurdistanê, berf bibare.

Herçiqas zarok bi barîna berfê kêfxweş dibin lê rêyên bi sedan gund û bajarokan tê girtin û evna jî dibe sedem ku bi sedan welatî di rêyan de dimînin. Tê çaverêkirin ku heta çend rojan barîna berfê berdewam be.

Li Herêma Kurdistanê jî li deverên çiyayî berf dibare û tê çaverêkirin sibe li nav bajaran jî berf bibare. Rêveberiya Keşûhewayê ya Herêma Kurdistanê jî hişyariya wê yekê da ku di van çend rojan de wê berfeke zêde bibare.