Serokkomarê Îraqê daxwaza piştgiriya lojîstîkî dike
K24 – Bexda
Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm bi helkefta hatina sala nû, peyamek weşand û pîrozbahî li serkeftinên vê dawiyê yên hêzên Iraqê kir.
Serokkomar Fuad Masûm, ragehand ku divê hemû alî berevaniya Iraqê bikin û yekîtiya welat biparêzin.
Masûm da zanîn ku ew wek Iraqiyan herdem berevaniyê li navçe û cîhanê dikin ji bo aramî û nehiştina teröre li Iraqê û herwiha daxwaz ji welatên cîhanê kir ku di warê lojîstîkî de piştgiriya Iraqê bikin.
Fuad Masûm, tekez kir ku divê çavkaniyên darayî yên DAIŞê bên hişkkirin daku aştî were navçeyê û cîhanê.