Herêma Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe

Li Herêma Kurdistanê bi hevkarî û piştgiriya navdewletî pêngavên avakirina dewleta Kurdî li ser zemîneyeke rast tên avêtin.

K24 – Hewlêr

Li Herêma Kurdistanê bi hevkarî û piştgiriya navdewletî pêngavên avakirina dewleta Kurdî li ser zemîneyeke rast tên avêtin. Bi armanca encamdana referandûmê di sala 2016ê de, sînor tên destnîşan kirin û ew navçeyên ku di şerê DAIŞê de bi xwînê hatine girtin, dikevin ser wê dewleta ku Kurd li bendê ne.

Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Erebiye Cidîd re axifiye, niha ji bo desnîşankirina sînorên Kurdistanê kar û xebatan dest pê kiriye, di vê proseyê de çend tîmên pispor ên hunerî bi çavdêriya endazyarên şareza ên Brîtanî, Fransî û Emerîkî bi destnîşankirina sînoran ve mijûl in, di vê çarçoveyê de jî xendek bo sînoran tê kolandin.

Li gor wê çavkaniyê, 100 kîlometreyên sînor wek test hatiye wênekirin ku ji qezaya Xaneqîn dest pê dike û li bajarokê Rebîe bi dawî dibe, tê çaverêkirin ku sînorên Kurdistanê ne kêmî 400 kîlometreyan be. Herwiha xendek bi kurahiya û berfirehiya 3 metreyan dibe û bi sîstemeke elektronîk a hûr tê çavdêrî kirin.

Ji aliyê xwe ve jêderekê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez dike ku di sala 2016an de Herêma Kurdistanê jib o serxwebûna Kurdistanê diçe referandûmê. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di civîna dawî ya ligel serkirdayetiya partiya xwe de, ji amadevanan re gotibû ku divê xwe amade bikin di hundirê salekê de bi hevbeşî û şêwra ligel partiyên din ên Kurdistanê referendum were kirin.

Heman çavkaniyê tekez kir ku di hemû rewşan de, sala 2016ê referendum tê kirin û serdanên Barzanî bo Ewropa û Emerîkayê jî bo komkirina piştîvaniyê bû bo vê projeyê. Derbarê sînorê dewleta Kurdistanê de jî ew çavkanî dibêje: "Em niha bi meseleya sînor ve mijûl in, em ji wan navçeyan venakişin ku di şer de me rozgar kirine, ji ber bi xwînê me azad kirine."

Derheqa asteng û berbestên li ber serxwebûna Kurdistanê, siyasetmedarên Kurd dibêjin: "Gelek asteng hene, ji wan şerê DAIŞê, pirsgirêka aborî, zextenên navxwe û derve, lê ligel van hemûyan jî derfet heye û dive ji dest neçê."