Li Bakurê Kurdistanê befrê gelek rê girtine
K24 – Diyarbekir
Pêla sermayê ku 3 roj in li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, her diçe bandora xwe berfireh û zêdetir dike.
Ji ber barîna befrê, li gelek navçeyan rê hatine girtin û pêwendî hatine birîn. Rêyên gelek gundan hatin girtin.
Bi taybet deverên wek Colemêrg, Şirnex, Muş, Agirî, Wan, Îdir, Bîlgol û Diyarbekirê ev 3 roj in ku barîna befrê dest pê kiriye û her diçe jî bandora pêla wê sermaye zêdetir dibe.
Ji ber rewşa seqa û hewayê geşta firokeyan jî li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine rawestandin. Rêya bi hezaran gundan jî hatine girtin.
Ji şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê jî bi 10 hezaran kes koçber bûbûn, saziyên sivîl bal dikşînin ku ew welatî bi zêdebûna pêla sermayê dê tengezartir bibin.