Li Stenbolê nêzîka 600 geştên balafirê hatin betalkirin
K24 – Stenbol
Li Stenbolê betalkirina geştên balafirê berdewam in. Ji ber şertên hewayê yên xirab îro 34 geştên balafirê hatin betalkirin.
Li balafirgehên Sabiha Gokçen û Ataturkê yên Stenbolê, ji ber barîna berfa zêde îro 34, doh 250, pêr 300 geştên balafirê hatine betalkirin.
Welatiyên ku bi amanca betlane û kar û barên xwe yên taybet dixwestin bi balafirê rêwitiyê bikin li balafirgehên Stenbolê asê man. Kompanyayên rêhewayê nêzîka 2 hezar rêwî bi neçar li otêlan bicîh kirin. Lê belê ji ber ku li otêlê cih nemabû gelek rêwî li balfirgehê razan.
Di nav 3 rojên dawîn de ji ber mercên hewayê yên dijwar li Stenbolê nêzîka 600 geştên bo nav bajarên Tirkiyê û bo geştên welatên derva hatine betalkirin.