Mehmûd Osman: Serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurd e

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku, “Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi berdewamî daxwazê ji aliyên siyasî dike ku hilbijartinê bikin, yan kesekî bo serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan bikin.

K24- Hewlêr

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê de ragihand ku, Barzanî berdewam daxwaza hilbijartin ya diyarkirina kesayetiyekê bo posta Serokatiya Herêma Kurdistanê dike.

Mehmûed Osman di daxuyaniyekê de ji K24 re tekez kir ku, bi wî xweş e ku Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê gel ve were hilbijartin û wiha pêde çû: “Divê komîteya 21 kesî ya taybet bi nivîsandina projeya destpûrê,  rewşa Kurdistanê li ber çav bigre.”

Osman diyar kir jî ku, nabe ti aliyekî siyasî bi tena serê xwe hevdîtinan ligel Bexdayê pêk bîne “ji ber ku ev yek ziyanê dighîne Kurdistanê”, herwiha tekez li ser yekrêziya aliyên siyasî li herêma Kurdistanê û çareserkirina krîzên ku hene kir.

Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de, Osman ragihand ku “Serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurd e, lê pêwîstiya wê pirsê bi yekdengiya aliyên siyasî heye” bi pêwîst jî zanî ku Kurd piştgiriya welatên cîhanê bi giştî û welatên cîran bi taybetî bi wê pirsê bidest bixin.

Derbarê pirsa derbasbûna hêza Tirkiyê bo axa Başûrê Kurdistanê û nerazîbûna Iraqê, Mehmûd Osman got: “Ew ne yekem car e ku hêzên Tirkiyê derbasî Iraqê dibin, beriya şerê navxweyî yê sala 1997an jî, Tirkiyê hêzek li Bamernê bicih kir û heta niha jî li wir e.”

Wî siyastmedarê Kurd amaje kir ku, şerê Mûsilê ji Tirkiyê re “çarenivîsaz e” û wiha berdeam kir “Tirsa Tirkiyê ji wê yekê ye ku pêgeha Îranê li wê navçeyê jî bihêz bibe. Pêwîst e plana Amerîka bo wê pirsê bêdeng nemîne.”