Li Diyarbekirê kampanya alikariyê hat destpêkirin
K24 - Diyarbekir
Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro li Diyarbekirê ji bo welatiyên navçeyên ku ji ber şer û pevçunan malên xwe bi cih hiştine û koçber bûne kampanya alikariyê dan destpêkirin.
Qedexe û operasyonên ku bi meha ne li ser navçeyên Bakurê Kurdistanê tên meşandin, gelek malbat koçber kirine. Welatiyên koçber bûne di rewşeke xerab de dijîn.
Bi alikariya Şaredariyên Bajarê Diyarbekirê, saziyên sîvil, Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava û KCDê kampanya piştgiriyê dan dest pê kirin.
Hevseroka KCDê Selma Irmakê got; “Ez bawer dikim ku gelê me heta îro çawa bi awayekî ji dil xwedî li welatiyên Şingalê û Rojava derketiye îro jî dê xwedîtiyê li vê kampanya piştgiriyê bikin. Em bangî mirovên xwedî wijdan dikin.”