DTP: Taxa Zapê ya Silopiyê bi tankan tê bombebaran kirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DTP) bi daxûyaniyeke nivîskî ragihand ku niha Taxa Zap û Taxa Barbarosê têne bombebarankirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Herêmên Demokratîk (DTP) bi daxûyaniyeke nivîskî ragihand ku niha Taxa Zap û Taxa Barbarosê têne bombebarankirin.

Di daxwiyaniya DTPê de wiha tê gotin: "Kêmzêde hezar kes li Taxa Zapê ya Silopiyê ne, xelk nikare bi cihekê ve biçe, hemû aliyên navçeyê têne bombebaran kirin. Xelk, di mala xwe de bê av û xwarin mane û destûra derketina wan jî nayê dayîn."

Li aliyê din li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şer û pevçûn berdewam in. Ji doh ve li navçeyê li ser banga hêzên ewlekariyê xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê malên xwe bicîh hiştin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê bi piştgiriya tank û zirxpoşan li 3 taxên Cizîrê operasyonan dikin. Heta niha jî şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKKê de didomin.  Di pevçûnên du rojên borî de polîsek û 2 leşker hatin kuştin û 5 polîs û 4 leşker jî birîndar bûn. 

Di dema pevçûnan de hêzên ewlekariyê bang li xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê kirin ku malên xwe bicîh bihêlin. Xelkê van taxan jî bi alên spî ji malên xwe derketin û çûne Şirnex û Mêrdînê.

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên nav bajaran berdewam in. Di sala 2015dan de li 19 navçeyan 253 roj e qedexeya derketina kolanan û çûn û hatinê hatiye ragihandin.

Bi sed hezaran kes ji warên xwe koçber bûn, bi mehan av, elektrîk, xetên telefonan û hemû xizmet û mafên mirovan li wan devaran hatine binpe kirin.