Zarokeke Kurd bû qurbaniyê sala 2016an

Li gor amarên UNHCR, di sala 2015an de derdora 3 hezar û 770 kesan di deryaya Spî de canê xwe ji dest dane û Xalid jî bû qurbaniyê sala 2016an.

K24 - Navenda Nûçeyan

Zarokeke Kurd bû yekemîn qurbaniyên sala 2016an di rêya koçberiya ber bi welatên Ewropayê ve. 

Xalid zarokeke Kurd e û ji bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ligel dayîka xwe û hejmarek penaber dixwestin ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve herin, lê qeyîka wan li zinarekî ket, di encam de qeyîk binav bû û Xalid jî cane xwe ji dest da.

Masîgirên berava Yunanistanê termê wî zarokê Kurd ji bin avê derxistin, herwiha rêxistina ne hikûmî ya welatê Malta (MIS) ku rêxistinek taybet a rizgarkirina penaberên e ragehand ku, wan kariye 53 kesên ligel wî zarokî di heman qeyîkê de ji mirinê rizgar bikin.

Li gor amarên UNHCR, di sala 2015an de derdora 3 hezar û 770 kesan di deryaya Spî de canê xwe ji dest dane û Xalid jî bû qurbaniyê sala 2016an.