Li navçeyên qedexe şer û pevçûn berdewam in

Li gor agahiyên dawî, bi taybet li wan taxên ku sivîl lê dimînin, xwarin û vexwarin jî nema ne û welatî di metirsiyeke mezin de dijîn.

K24 - Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, li 3 navçeyên ku qedexe berdewam dike, pevçûn û teqînên dijwar pêktên, li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê û li Sûr a Navçeya Diyarbekirê  bi aybet di 2 rojên dawî de dengên çekan kêm nabin. 

Li gor agahiyên dawî, bi taybet li wan taxên ku sivîl lê dimînin, xwarin û vexwarin jî nema ne û welatî di metirsiyeke mezin de dijîn. 

Li Sûr a Navçeya Diyaberkirê jî bi şev û roj bê rawestan dengên teqînên dijwar berdewam dikin. Dîsa ji şeva borî de li taxa Zapê ya Silopiyê jî bombebaran û gulebaraneke dijwar didom e. 

Metirsiya ku li Niseybîn a Navçeya Mêrdînê jî dîsa qedexe bê ragihandin jî heye. 

Li Sûr a Navçeya Diyarbekirê 32, li Silopî û Cizîrên navçeyên Şirnexê jî 22 roj e ku qedexeya derketina derve û çûyîn hatinê berdewam dike. 

Ji ber qedexeya li Silopiyê deriyê Xabûrê jî bi dehan roj e ku girtiye.