Chernetskiy: Bêyî Kurdistanê aştî li navçeyê pêk nayê

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlementoya Ewropayê kir.

K24- Hewlêr

Cîgirê Serokê Parlementoya Ewropayê dibêje ku, ti carî bêyî Kurdistanê aştî li navçeyê peyda nabe.

Serokê Herêm Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlementoya Ewropayê, Richard Chernetskiy kir.

Di civînê de, Richard Chernetskiy got ku, ew amade ye hewldanên peydakirina piştgiriyê bo Herêma Kurdistanê, zêdetir bike.

Navborî diyar kir jî ku, divê cîhan agehdarî pêgeh û rola Herêma Kurdistanê be “ti carî jî aştî bêyî Kurdistanê pêk nayê.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragihand ku, di sedsala borî de bêyî ku nêrîna gelê Kurdistanê were wergirtin “rewşeke tal” bi ser Kurdan de hat sepandin, lê gelê Kurdistanê xwe radestî wê rewşê nekiriye û niha pêkvejiyana aştiyane li Kurdistan û navçeyê diparêze.

Barzanî amaje bi qurbanîdana Pêşmerge kir û ew yek bi cihê şanaziya Herêma Kurdistanê binav kir.

Barzanî diyar kir jî ku, divê welatên Ewropayê bêhtir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî ku niha 2 milyon penaber û derbider li wir dimînin.