Pîştî 21 rojan Deriyê Xabûrê tê vekirin

Derî ji ber alozî û qedexeyên ku li Bakûrê Kurdistanê di 14ê Kanûnê de, bi biryara Parêzgariya Şirnexê hatibû girtin.

K24- Diyarbekir

Deriyê sînorî yê Xabûrê yê navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê,  piştî ku di Kanûnê de hatibû girtin, wê carek din bê vekirin.

Deriyê Xabûrê, deriyê serekî yê bazirganiyê ye di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de, ji ber pevçûn û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, ji ber alozî û qedexeyên ku li Bakûrê Kurdistanê di 14ê Kanûnê de, bi biryara Parêzgariya Şirnexê hatibû girtin.

Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyeyê, Bulent Tufekçî ragihand ku,  wan li ser rêya Xabûrê lêkolÎn kiriye û ji ber ewlehiyê ew qedexeya ku hatibû danîn, dê heta sibê û dusibe bê rakirin. 

Piştî ku deriyê Xabûrê bê vekirin, dê destpêkê 500 barhilgir derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, 750 barhilgir jî dê derbasî Tirkiyê bibin.

Li gor amarên fermî, salane bi qasî 8 milyar dolar pêwendiyên bazirganî di navbera Enqere û Hewlêrê bi rêya deriyê Xabûrê tê kirin.