Li Kirşehîrê bûyera trafîkê: 9 kes mirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Sir û serma dijwar bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike. Li bajarê Kirşehîra Herêma Anatoliyaya Tirkiyê ji ber qeşagirtina rê bûyereke mezin qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê di encama bûyerê de 9 kes mirin û 17 kes jî birîn bûn.
Bûyer danê sibehê, li ser rêya Enqerê û Kirşehîrê pêk hat. Otobûsa ku rêwî ji Kirşehîrê bo Enqerê vediguhestin ji ber qeşagirtina rê ji kontrolê derket û li şeramporê wergeriya.
Di encama bûyerê de 6 kesan li cihê bûyerê can da û agahî bo ambûlansê hate şandin. Gelek ambûlans bo cihê bûyerê hatin şandin û 20 birîndar bo nexweşxaneyên derdorê hatin hatin veguhestin. 3 kesên birîna wan giran li nexweşxaneyê can dan û dermankirina 17 kesên din berdewam e.