Îtalya dixwaze pêwendiyên ligel Kurdistanê geştir bike

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li konsula nû ya Îtalyayê li Hewlêrê kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Konsula nû ya Îtlayayê li Hewlêrê diyar kir ku, ew dê hewla baştirkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bide.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê (Hewlêr), pêşwazî li konsula nû ya Îtalyayê li Hewlêrê, Alessandra Di Pippo kir.

Alessandra Di Pippo ji bo destpêkirina erk û karê xwe yê li Herêma Kurdistanê diyar kir ku gel û Hikûmeta Îtalyayê girîngiyê didin pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re.

Herwiha Di Pippoyê anî ziman ku, Hikûmeta Îtalyayê dixwaze pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de, geştir bike.

Di beramber de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî hêviya serkeftinê ji Alessandra Di Pippo re di erkê wê yê np de xwes. Herwiha spasiya gel û Hikûmeta Îtalyayê kir ku di rojên teng de pişta gelê Kurdistanê girtin.

Barzanî diyar kir ku gelê Kurdistanê dê helwest û piştgiriya Îtalyaya ya ji bo Pêşmerge û Kurdistanê ji bîr neke.