Li Kerkûkê “hewla teqînekê” hat pûçkirin
K24- Kerkûk
Polîsên qeza û nahiyeyên Kerkûkê, hewla encamdana teqînekê pûç kirin.
Çavkaniyekê ji polîsên qeza û nahiyeyên Kerkûkê ji K24 re diyar kir ku, çend bombe li ser cadeya sereke ya taxa “1 Hezîran” li başûrê bajêr hatibû danîn.
Çavkaniyê da zanîn ku, bombeyên ku li ser rêya serekî hatibûn danîn, ji aliyê polîsan ve hatin pûçkirin.
Lê wê çavkaniya ewlekariyê diyar nekir ku ew bombe ji aliyê kê ve hatine danîn.