Urmiye: Jiyana 2 girtiyên Kurd di metirsiyê de ye

Her du girtiyên siyasî daxwaz kiribû ku bo beşa girtiyên siyasî bên veguhestin.

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsên girtîgeha Urmiyê 2 girtiyên siyasî yên Kurd bo odeyên take kesî veguhestin.

Li gor ajansa Kurdpa, ya taybet bi nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê, her du girtiyên Kurd ên bi navê “Re’ûf Mihemedelî û Behmen Delayî mîlan” daxwaz ji berpirsên Girtîgeha Navendî ya Urmiyê kiribûn ku, wan veguhêzên beşa taybet bi girtiyên siyasî.

Lê berpirsên girtîgehê daxwazên her du girtiyan piştguhxistibûn, lewma dest bi gireva birçîbûnê kiribûn,  roja Pêncşema borî, bi destûra berpirsê girtîgehê ji bo odeya takekesî hatine veguhaztin.

Behmen Delayî mîlan di sala 2006’an de bi tawana “çalakî li dijî ewlekariyê” hatibû binçavkirin, û 11 sal cezayê hepsê bi ser de hatibû sepandin.

Herwiha Re’ûf Mihemedelî jî bi tawana “dijî ewlekariyê” hatibû binçavkirin, lêbelê zaniyariyên zêde derbarê sûç û sizaya navbirî û mêdeha sizaya wî ber dest de nînin.