Aboriya Tirkiyê salê 10 milyar dolar zerar dibîne

Rûsya ambargoya li ser Tirkiyê zêdetir kir. Ji ber bidawîbûna têkiliyên li ser çandinî û avahîsaziyê salê 10 milyar dolar zerar digihe aboriya Tirkiyê.

K24 - Stenbol

Rûsya ambargoya li ser Tirkiyê zêdetir kir. Ji ber bidawîbûna têkiliyên li ser çandinî û avahîsaziyê salê 10 milyar dolar zerar digihe aboriya Tirkiyê.

Ji ber xistina firokeya Rûsî rayedarên welatên Tirkiye û Rûsya hatin hemberî hev û rexne li hev girtin. Çend roj berê hikûmeta Rûsya da zanîn ku di warê avahîsazî, çandinî û turîzmê de têkiliyên xwe l gel karsaz û dewleta Tirk bi dawî kirine.

Li gor daxuyaniya dawî, kompanyayên Tirk êdî nikarin li Rûsyayê avahiyan ava bikin. Ji Tirkiyê firingî, pîvaz, pirteqal û goştê mirîşkê dê neyên stendin. Welatiyên Tirkiyê li Rûsyayê li sektorên otêl û geştiyarî wê nexebitin. Gelo biryarên ambargoyên Rûsyayê dê çi bandorê li aboriya Tirkiyê bike?

Di vê derbarê de Aborîzan Erol Katircioglu da zanîn ku ji niha ve zerareke mezin di warê geştyarî û çandiniyê de heye û çêkirina avahiyan jî niha hatiye rawestandin: "Gelekî eşkere ye ku biryarên Rûsyayê bi awayekî xirab dê bandorê li Tirkiyê bikin. Lê bi ya min di warê enerjiyê de wê bo Tirkiyê arîşeyek çênebe. Rûsya bo Tirkiyê şandina gaza xwezayî dê bidomîne."

Tirkiye gaza xwezayî ji sedî 55 ji Rûsyayê distîne. Piştî aloziya dawî, pirsa ku herî zêde dihat pirsîn "Rûsya gaza xwezayî ku bo Tirkiyê her sal dişîne dê îsal jî bişîne yan na?" Heta niha derbarê bidawîkirina şandina gaza xwezayî de ji aliyê Rûsan ve biryarek nehatiye dayîn.

Pispor jî bawer nakin ku Rûsya gaza xwezayî bo Tirkiyê neşîne. Eger bo Tirkiyê gaz neyê şandin bazirganiya pîşesazî û hinardekirina Tirkiyê dê topê biavêje. Ji aliyekî din ve li gor pisporan, ji ber ambargoya Rûsyayê aboriya Tirkiyê dê salane 10 milyar dolar zerarê bibîne.