Hêza Sûriyê a Demokratîk nêzîkî Reqayê dibe
K24-Eyn Îsa
Hêza Sûriyê a Demokratîk ragehand, ku wan şeş gund li bajarokê Eyn Îsa rizgar kirin û ber bi bajarê Reqayê ve diçin.
Derbarê mijarê de Berdevkê Hêza Sûriyê a Demokratîk Telal Silo, daxuyaniyek belav kir, tê de hatibû gotin: "Bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî Hêza Sûriyê a Demokratî karî şeş gundan nêzîkî bajarokê Eyn Îsa rizgar bike û hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê jî bikuje."
Daxuyaniyê da zanîn ku ji nav wan gundên ku hatine baqijkirin gundê Ebo Sehim, El-Hibsawî û girên derdora wê nêzîkî başurê Eyn Îsa ne, eşkere kir jî ku ew ber bi bajarê Reqayê ve pêşvediçin.
Berî niha jî Hêza Sûriyê ya Demokratîk, cemê Feratê derbas kirbû û bendava Tişrînê jî rizgarkirbûn.