Mamoste naxwazin li Kurdistanê mamostetiyê bikin

Şerê li Bakurê Kurdistanê bûye sedema rawestandina perwerdeyê. Bi hezaran mamosteyan dibistan bi cih hiştin û çûn welatê xwe.

K24 - Stenbol

Şerê li Bakurê Kurdistanê bûye sedema rawestandina perwerdeyê. Bi hezaran mamosteyan dibistan bi cih hiştin û çûn welatê xwe. Gelek mamosteyên ku niha li ser karê xwe ne bi rêya zewaca sexte-nerast hewl didin ku ji Kurdistanê biçin.

Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) li 10 bajaran ligel hezar û 87 mamosteyan axivî. Li gor rapora sendîkayê, ji sedî 80yê mamosteyan ji ber şer û pevçûnan naxwazin li Bakurê Kurdistanê bixebitin. Ji deh mamosteyan 8 kes naxwazin li Kurdistanê mamostetiyê bikin.

Rêveberê Egîtîm Senê yê Kadikoyê Turgut Yokuş ragihand ku bi hinceta xizmeta navxweyî li ser banga Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê mamosteyan bajarên Kurdistanê bi cih hiştine.

Yokuş got: "Li gelek navçeyan perwerde bi temamî hatiye rawestandin. Li hinek deverên ku şer nîne jî perwerde nayê kirin. Li Nisêbînê ezmûna TEOGê nehat kirin. Dibistanên li Kurdistanê ji aliyê gundparêz û leşkeran ve wek leşkergeh tên bikaranîn."

Mamosteyên mayî ji ber ku nikarin bi rehetî rapora tenduristiyê bistînin, ji bo ku bo rojavayê Tirkiyê bên veguhestin bi kesekî/ê re li ser zewaca sexte li hev dikin. Li ser kaxizê wek zewicî xuya dikin lê piştî veguhestina wan hate kirin zewaca xwe jî bi dawî dikin. Niha hejmara wan kesan her ku diçe zêdetir dibe.

Heta niha ji 4 hezar mamosteyên li Bedlîsê hezar û 800 kes, ji 3 hezar û 900 mamosteyên li Çewlîgê 280 kes, ji 4 hezar mamosteyên li Sêrtê 500 kes, ji 4 hezar û 206 mamosteyên li Colemêrgê hezar û 100 kes, ji 17 hezar mamosteyên li Diyarbekirê 750 kes dibistanên Bakurê Kurdistanê bi cih hiştine.

Rêveberê Egîtîm Senê yê Kadikoyê Turgut Yokuş