Li ser Kurdistanê belgeyên dîrokî tên belavkirin

Zanîngeha Cambrige ya Brîtanyayê aşkere kir ku hinek belge li ser serhildan, şer, sînor û nasyonalîzma Kurd û Kurdistanê belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zanîngeha Cambrige ya Brîtanyayê aşkere kir ku hinek belge li ser serhildan, şer, sînor û nasyonalîzma Kurd û Kurdistanê belav dike. Tê gotin ku ew belge heta niha li ti derî nehatine belavkirin.

Zanîngeha Cambrige ya Brîtanyayê ragihandiye ku dê vê mehê (Çile) hinek belege li ser nasyonalîzm, xebat, şerê Kurdan û sînorên Kurdistanê belav bike ku heta niha nehatine belavkirin. Li gorî malpera fermî ya zanîngeha navbirî, ew belge behsa bûyerên salên 1831ê heta sala 1979ê dikin û ji 9 hezar rûpelan pêk tên.

Li gor malperê, ew belge ji aliyê Anîta Burdett ve hatine êdîtkirin. Daxuyaniya Zanîngeha Cambrige li ser wan belgeyan wiha ye:

“Nav: Tomarên liser Kurdan, sînor, Serhildan û Nasyonalîzm, 1831-1979. Çavkanî: Belgeyên Brîtanî Çapa Unîversîteya Cambridge

Ev belge, ku ji neh hezar rûpelan pêk tên, behsa serhildanên destpêkê yên gelê Kurd li dijî desthilatên herêmî û metropolîtan dikin. Herwiha vedigerin ka peywendiyên wan bi gel û miletên cîran di qonaxên dîrokî yên cuda de çawa bûne. Ev belge bi şêwazê ra û rîşeyên hestên neteweyî yên Kurdan ên sedsala 19an di çarçoveya serhildanên cuda radixe ber çavan û di wan şopan de digihîne tevgerên hevgirtî û cuda yên neteweyî ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem derketin holê. Di heman arasteyê de, belge beratiya terîtuwar û serzemînê ku wek welatê Kurdan tê  pênasekirin, rave dike.

Qutiya nexşeyan nîgarên guhertina tixûbên wan, an wan kertên ku berdewam di rewşa guhertin û nakokiyê de bûne, dabîn dike. Ev belgenameya 13 bergî, dê bi çap û dîjîtal online jî berdest be, ku ji neh hezar rûpelan û 20 nexşeyan pêk tê. Hemî belgeyên Dewleta Brîtanî li ser Kurdan di heyama salên 1831–1979 de, bi şiroveyên lêgerbar di formata e-pirtukê de ji bo xwandevanan berdest be.”