Li Tirkiyê bo Nimêja Înê dê mesaiyên taybet destpê bikin

"Ji niha û pê de kesên bixwazin biçin nimêja înê ewên bi aram bin"

K24-Enqera

 Li Tirkiyê bo wan karmandên ku dixwazin nimêja înê bikin, gaveke nû hate avêtin, li gorî vê yekê ji bo wan kesan wê pergala saetên taybet ên mesaiye were danîn.

Li Tirkiyê bo karmendên dewletê Yên ku dixwazin roja înê nimêjê bikin, di saetên mesaiye de sererastkirin dê were kirin. Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku wan bo sererastkirina saetên mesaiyê ên roja înê pêşnûmayek amade kirine.

Davutoglu derbarê pêşnûmayê de wiha got:  Bo roja înê saetên mesaiyê bandorê li ser azadiya îbadeta me neke me pêşnûmaye amade kirin, Ji niha û pê de kesên bixwazin biçin nimêja înê ewên bi aram bin û ev wextwê ji mesaiyan wan neyêqûtkirin. Xwedîbixêr û pîrozbike. Bila duayên di nimêjê Îînê de tê kirin jî qebûl bibin."