De Mistura: Her tişt bi Cinîvê dest pê dibe û bi Cinîvê bidawî dibe

Nûnerê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê di civîna xwe ligel Desteya Bilind ya opozîsyona Sûriyê de radehand ku “Her tişt bi Cinîvê dest pê dike û her tişt bi Cinêvê bidawî dibe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê di civîna xwe ligel Desteya Bilind ya opozîsyona Sûriyê de radehand ku “Her tişt bi Cinîvê dest pê dike û her tişt bi Cinêvê bidawî dibe.”

Nûnerê NY Stêffan De Mistura li Riyadê peytexta Siudiyê li gel Desteya Bilind ya opozîsyona Sûriyê civiya û tekez kir ku, “Civîna Cinêvê di 25ê vê mehê de birêve diçe, vexwandina civînê jî di 14 û 15 vê mehê de têna şandin.”

De Mistura got jî, destpêkê civîn bi guftûgoyan det pê dike, ne ku danûstadinên rasterast, piştî 2 hefteyan dê danûstandin di navbera her du şandan rêjîm û opozêsyonê dê destpê bike.”

Her di vê derbarê de jî, ku Rûsya daxwaz kir ku 3 navên din wek hevserokê PYDê Dalih Mislim, Serokê Şepola Qemih Heysem Menaa û serokê Partiya Guhartina Demokratîk Qedrî Cemîl tevlî şanda opozîsyonê bike, lê De Mistura ew daxwaz red kiribû.

Di 3 vê mehê de, Desteya Bilind ya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê li Riyadê bi bi armanca pêkanîna şandekê bo danûstandinê ligel rejîma Sûriyê civiya bû.