Demîrtaş bersiva Cigîrê Serokwezîr da

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş gotibû ku ti sûda girtina HDPê bo siyaseta Tirkiyê nîne û daxwaz ji HDPê kiribû ku bo aştiyê tevbiger e.

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş gotibû ku ti sûda girtina HDPê bo siyaseta Tirkiyê nîne û daxwaz ji HDPê kiribû ku bo aştiyê tevbiger e.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatîn Demîrtaş banga Kurtulmuş, weke bangeke ji dil û hinavê şîrove kir û xwest ku ev dilsozî di nava bernameya fermî ya hikûmetê de cih bigire.

Daxuyaniya xweserî ya Demirtaş ku li Amedê di komcivîna KCDê de ragihandibû ji aliyê Erdogan ve reaksiyoneke tund hatibû nişandan. Erdogan bo rayedarên HDPê bêne cezakirin bang li dozgeran kiribû.

Bi vê yekê re nîqaşên li ser girtina HDPê û rakirina destênedanên parlamenteran hate rojevê.

Berûvajî Erdogan, Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş li dijî girtina HDP û cezakirina siyasetmedarên wê derket.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş jî di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê de helwesta Kurtulmuş wekî helwesteke zor erênî nirxand.

Demîrtaş got: "Ez dizanim ku bi taybetê Berdevkê hikûmetê Numan beg di van mijaran de bi wijdan e. Ez bang û peyamên wî yên ku dixwazin bidin ji dil dibînim û em jî ji dil bersiva vê yekê didin. Lê heta ku ev daxuyaniyên wî nebe politikaya fermî a hikûmetê, em tu encaman bi dest naxin."

Di navebera AKP û HDPê de ev demeke dirêje ji ber aloziya li herêmê têkiliyeke têkuz nehatibû danîn. Di navbera her du partiyan de daxuyaniyên tûj dihatin dayin.

Bi gotinên Demirtaş ên nerm, hêviya jinûve sazkirina têkiliyên aştiyane peyda bû. Li ser van rûdanan wezîrê berê Adnan Ekmen ji bo K24ê helwesta Kurtulmuş û Demirtaş nirxand û got: "Rêya biaqil ev e. Em hêvî dikin ku her du partî di vê rêyê de gavên xwe biavêjin û ji dil de vê meselê deyne li ser maseyê, wekî berê bi gotûbêjan çareser bike."

Di serdema prosesa çareseriya kêşeya Kurdî de di navbera AKP û HDPê de têkiliyên baş hebûn. Di binavkirina kêşeya kurdî de gavên erênî ên demokratîk hatibûn avêtin. Hêviya raya giştî ew e ku her dû partî carekedin li hev rûnin.