DAIŞê careke din êrîşî bendava Tişrînê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê êrîşî pêgehên Hêza Sûriyeya Demokratîk li bendava Tişrîn û devera pireya Qereqozak kirin.
Çekdarên DAIŞê êrîşî, îro danê sibê êrîşî pêgehên Hêza Sûriyeya Demokratîk li bendava Tişrînê li başûrî Kobanê kirin û piştre şerekî tund di navbera wan de derket.
Herwiha çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Ebû Qilqil ya nêzîkî pireya Qereqozak kirin, lê ew êrîş jî ji aliyê Hêza Sûriyeya Demokratîk ve hate têk şikandin.
Hat zanîn ku di encama her du êrîşan de hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Di 26 Kanûna borî de Hêza Sûriyeya Demokratîk bendava Tişrînê ji destê DAIŞê rizgar kiribûn.