Serok Barzanî pêdagirî li ser referandûmê dike

Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê ligel Dîplomat û Konsulusên biyanî de, pêdagirî li ser referandûmê û mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê kir û got divê cîhan zanibe ku gelê Kurdistanê çi dixwaze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê ligel Dîplomat û Konsulusên biyanî de, pêdagirî li ser referandûmê û mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê kir û got divê cîhan zanibe ku gelê Kurdistanê çi dixwaze.

Serok Barzanî di hevdîtinekê de îro ligel Dîplomat û Konsulusên welatên biyanî kir û bal kêşande ser hin pirsgirkên ku herêma Kurdistanê tê re derbas dibe û tekez li ser birîna bûdceya Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û herwiha hatina nêzî 2 miliyon penaberan bo Kurdistanê kir.

Serok Barzanî herwiha derbarê şerê dijî DAIŞê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê de ragihand ku, “DAIŞ gefeke li ser hemû cîhanê û pêwîst e welatên cîhanê nakokiyên xwe têkel bi şerê terorê re nekin û tenê giringiyê bi jinavbirina DAIŞê bidin.”

Serok Barzanî di wê civînê de pêdagirî li ser referandûmê û mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê kir û got divê cîhan zanibe ku gelê Kurdistanê çi dixwaze û çawa biryarê li ser çarenivîsa xwe dide û cibicîkirina îradeya xelkê Kurdistanê jî di dema guncaw de û bi awayekî aştiyane û dûr ji tundiyê dibe.

Ji aliyê xwe ve jî, Nûner û konsulên welatan li Hewlêrê, hêviya serkeftinê ji gelê Kurdistanê re xwestin û pesnê Hêzên Pêşmerge û serkirdatiya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dan, herwiha pêzanîna wan hebû bo xoragiriya gelê Kurdistanê û ferhenga pêkvejiyan û lêborîna gelê Kurdistanê.