Keça Kurd a Êzdî bo xelata Nobel ya aştiyê hat hilbijartin
K24-Bexda
Wezareta Koç û Koçberan li Iraqê, bi awayeke fermî keça Kurd a Êzdî Nadya Mûrad bo xelata Nobelê ya aştiyê hilbijart.
Derbarê mjiarê de, Wezareta Koç û Koçberan daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir, tê de hatibû gotin : "Em bi hilbijartina vê keça Kurd a Êzdî ya Iraqî bo xelata Nobelê şanaz in, herwiha daxaz ji hemû rêxistinên navdewletî û raya cîhanê ya giştî dikin piştgirya keça Kurd ya Êzdî bikin."
Wezareta Koç û Koçberan keça Kurd a Êzdî bi "semola xebata jinan" li dijî kiryarên ne mirovan e binav kir.
Hilbijartina keça Kurd ya Êzdî bo xelata Nobelê di demekê de tê, piştî ku Nadya Mûrad behsa êş û azarên jinên Êzdî yên ku li ser destê DAIŞê li Encûmena Neteweyên Yekbûyî de kirbû, herwiha Nadya bang li Civaka Navdewletî kir bû ku 3 hezar û 400 jinên Êzdî ji destê DAIŞê rizgar bikin.