Saziyên Sivîl: Xendek jî û operasyon jî ne çareserî ne

Li Diyarbekirê 12 rêxistinên civaka sivîl tekez kirin ku opersayonên li herêmê tên kirin jiyana welatiyan têk didin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê 12 rêxistinên civaka sivîl tekez kirin ku opersayonên li herêmê tên kirin jiyana welatiyan têk didin û xwestin ji bo çareseriyê parlamento bikeve tevgerê. 

Baroya Diyarbekirê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê, Yekîtiya Odeyên Endezyarên Otomobîlan a Tirkiyê, Odeya Dermanxaneyan, Odeya Pizîşkên Diranan, Yekîtiya Odeyên Hunermend û Pîşekarên Diyarbekirê, Komeleya Karsaz û Pîşesazên Diyarbekirê, Federasyona Pîşesaz û Karsazên Herêmê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Rayê, Komeleya Mafên Mirovan û Odeya Doxtoran ji bo ku şer bi dawî bibe doh li Baroya Diyarbekirê daxwiyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Li ser navê rêxistinan Wekîlê Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen bal kişand ser rewşa dawî ya Bakurê Kurdistanê û got: “Pirsgirêk ne bi kolandina xendek û çekirina berbestan, ne jî bi qedexekirina derketina derve û opersayonan çareser dibe. Cihê çareseriyê parlamento ye.”

Ozmen wiha axifî: “Çer û pevçunên ku ketine nav bajar û kolanan, dibin sedema têkçûna rewşa aborî û her diçe civakê tertûbela dike. Ev rewş li ser xelkê herêmê îradeya jiyaneke hevpar qels dike.”

Ozmen ji bo çareseriyê, bikaranîna rêya siyaset û gotûbêjê pêşniyar kir wiha pê de çû; “Ji xeynî siyasetê hemû rê, wê me têxin rêyeke bê veger. Em bi rêya siyaseta demokratîk bawer in. Hemû meseleyên civakê divê bi rêya siyaseta demokratîk bên axaftin û çareser kirin. Em wiha difikirin. Saziyên siyasetê divê ji zimanê tundî û xirabiyê birevin, li şêwaz û zimanê xwe miqate bin. Divê rêya siyasetê bê vekirin û rojek berî rojekê vegerin ser rêya pêvajoya aştiyê. Em bi vê baweriyê banga we dikin.”

Ozmen derbarê têkiliyên siyasetmedaran de jî got: “Girtina rêyên siyasetê Tirkiyê her diçe dixe nav tarîtiyekê. Em wek SCS dibêjin ku ji bo rêyên çareseriyê bên vekirin em dikarin alîkariyê bidin û em ji vê re jî amade ne. Eger hûn destlênedana parlamenterên HDPê rakin ev dê pevçûnan zêdetir bike, ev di nav me de nîgeraniyê çêdike.”

Ozmen axaftina xwe wiha qedand; “Tirkiye di encama rakirina destlêdanê de xwedan ezmûn e. Sala 1994an destlênedana parlamenterên DEPê hatibû rakirin û li parlamentoyê hatin binçavkirin. Vê rewşê li Tirkiyê pêvajoyeke bixwîn dabû dest pê kirin. Di dîrokê de wek şermiyeke demokrasiyê hatibû tomar kirin, rêyên siyaseta demokratîk hatin girtin, di warê maf û azadiyê de demokrasiya Tirkiyê paşde bir. Piştî wan hemû salan em nikarin careke din vegerin pêvajoyek wiha. Ev şaşiyeke giran û mezin e.”