“Berdêla Siyasî ya jinên Kurd kuştin e”

Encûmenên Jinan ên HDPê, EMEPê, OHDê û KCDê kuştina Sevê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir şermezar kirin.

K24 - Enqere

Kuştina jinên Kurd di rojevê de ye. Hat gotin ku ew her sê siyasetmedarên jin ên li Silopiyê hatine kuştin wek hemî siyasetmedarên Kurd berdelê vê sîyasetê didin û bi zanebûn hatine armanckirin. 

Encûmenên Jinan ên HDPê, EMEPê, OHDê û KCDê kuştina Sevê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir şermezar kirin.

Cîgira Serokê Koma HDPê Çağlar Demirel bi parlamenterên jin ên HDPê re li parlamentoyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;  “Li Silopiyê sê hevalên me ên jin hatin kuştin. Ev kuştineke siyasî ye. Serokwezîr gotibû siyasetmedar jî wê berdêlan bide. Em li vê dere dibêjin, gelo jinên kurd ên siyasetmedar ji ber vê yekê hatin kuştin.”

Herwih di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Em dizanin tîmên Esedullah jinan dike armanc. Em cardin dibêjin: Kuştina jinên Kurd navê nû ê berdêlê ye. Me nav da û ambûlans xwestin. Wezaretê da xuyakirin ku li wê derê pevçûn nîn e. Him ambûlans nehatin şandin û him jî kuştinek hate kirin. “