Bi hezaran malbatên Sûrê li benda alîkariyê ne

Pevçûnên li Bakurê Kurdistanê ligel xwe krîzeke mirovahî jî anîn. Li Sûra Diyarbekirê nêzîka 20 hezar malbat neçarî koçkirinê bûne û her di nav bajêr de di rewşeke xerab de ne.

K24 – Diyarbekir

Pevçûnên li Bakurê Kurdistanê ligel xwe krîzeke mirovahî jî anîn. Li Sûra Diyarbekirê nêzîka 20 hezar malbat neçarî koçkirinê bûne û her di nav bajêr de di rewşeke xerab de ne. Hinek partî û saziyên sivîl bi kampanyayên alikariyê tiştên ku tên berhevkirin digihînin malbatên mexdûr.

Aysel Kavgali, dayika 6 zarokan e. Ew jî mexdûra pevçûnên li Sûrê ye. Xaniyê xwe bicîh hiştiye û ji mirinê reviya ye. Niha di kirê de ye. Mêrê wê betal e. Zarokên wê ji perwerdê mehrûm mane. Ew bi paqijkirina malên xelkê debara xwe û zarokên xwe dike. Saziyên sivîl vê zivistanê alikariya xelkê bêxanî, bêxwarin û vexwarin dikin.

Her 5 Şaredariyên Diyarbekirê, saziyên sîvil, Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava û Kongreya Civaka Demokratîk ji bo xelkê mexdûr kampanya piştgiriyê dan destpêkirin. Li gor ragihandina Hevserokê Komeleya Rojava Mustafa Ocakli, alikarî tenê gihaye Hezar malbatan û hê jî 3 hezar malbat li hêviya alikariyê ne.

Alikarî, destpêkê li depoyê tê berhevkirin. Lê ev alikarî digihe destên malbatên ku pêwîstiya wan zêde bi xwarin û vexwarinê hene. 

Berpirsiyarê Depoya Alîkarîyê Îbrahîm Mercan, dibêje ew rojane alikariya 100 malbatan dikin, lê ji ber hejmara mexdûran zêde ye divê alikarî jî zêde bê kirin. Mercan, ji kesên ku derfetên wan hene ji bo mexdûran alikariyeke zêdetir dixwaz.

Ji bilî Amedê dê li bajarên din jî alikarî ji bo navçeyên Cizîr, Silopî, Nisebîn û Kerboranê bê berhevkirin. Rayadarên sazî û partiyan bangî xelkê dikin û dibêjin, “Çawa ji bo penaberên Şingal, Rojava û mexdûrên erdhêjan alikarî hat kirin divê bi rihê wê seferberiyê alikarî ji bo mexdûrên navçeyên navborî jî bê kirin. Îro divê herkes nan û ava xwe bi birayên xwe re parve bike.”