Guhertina destûra bingehîn hê rojeva Tirkiyeyê ye

Di rojeva Tirkiyê de guhertina destura bingehîn heye. Partiya desthilatdar (AKP) civînên gera yekem bidawî kirin, yek ji mijara balkêş ew bû ku AKPê di gera yekem de ligel HDPê neciviya, gera duyem dê çawa bibe û rêkeftineke çawa wê di navbera partiyan de çêbibe ne diyar e.

K24 - Enqere

Di rojeva Tirkiyê de guhertina destura bingehîn heye. Partiya desthilatdar (AKP) civînên gera yekem bidawî kirin, yek ji mijara balkêş ew bû ku AKPê di gera yekem de ligel HDPê neciviya, gera duyem dê çawa bibe û rêkeftineke çawa wê di navbera partiyan de çêbibe ne diyar e.

Guhertina destûra bingehîn dîsa di rojevê de ye. Di encama civinên gera yekem de CHP û MHP ji bilî xala serokatiyê derbarê guhertina destûrê de peyamên erênî dan, lê belê di encama civinan de astenga pergala serokatiyê berbiçav e.

HDP, her çend di nav civînan de cih negire jî ji derve nerazibûna xwe ya li dijî serokatiyê diyar kir. Ak Partî ku guhertina destûra bingehîn diwxaze, piştgiriya 367 dengan dê çawa peyda bike? Li ser vê yekê rojnameger Turgay Turker îdiayek balkêş avêt holê. 

Turker got ku guhertina destûra bingehin wê bi destê AKP û HDPê çêbibe: “Di tura duyem de HDP wê piştgiriyê bide hikûmetê, ji ber ku HDP dixwaze xwe ji Qendîlê xilas bike, û hem jî ji ber pevçûnan wê ev yek pêk bê, di siyasetê de tiştên ku ne mûmkin hertim tên kirin, rêkeftina AKP û HDP jî wê bibe mînaka vê yekê.”

Hêviya rekeftina di navbera AKP û HDPê de ya berî hilbijartinên 7ê Hezîranê li ser destûra bingehin ji ber şer û pevçûnên herêmê têk çûbû. Gelo Ak Partî guhertina destûrê û pergala serokatiyê çiqas dixwaze? 

Ligor Akademîsyen Faruk Alpkaya li pêş nakokiyên partiyên siyasî, babet hê jî di nav Ak Partiyê de cihê nîqaşê ye: “Her çend Erdogan di mijara serokatiyê de pêdagir be jî, di serî de Ahmet Davutoglu, aliyekî Ak Partiyê kêmkirina erka xwe û zêdekirina erka Erdogan naxwaze. Erdogan jî nikare wekî berê partiyê yekser kontrol bike, ji ber vê yekê jî guhertina destûrê wê bê axaftin lê pêk nayê.”

Di dîroka Komara Tirkiyê de heta niha 4 destûrên bingehîn hatine çêkirin. Destûra herî zêde ku maye ya 1924an e. Wekî din dû destûrên din bi rêya derbeya leşkerî di salên 1961 û 1982an de hatin amade kirin. Destûra 1982ê ku hê jî tê bikaranîn ji ber ku berhema derbeya leşkeri ye, rê li ber nîqaşan vedike. Heger destûr vê carê bê guhertin, Tirkiye piştî 92 salan wê vegere destûrek sîvîl.