Hêzên Kurdî ber bi Reqqayê pêş ve diçin

Tirkiye naxwaze Hêzên Kurdan li Rojavayê Firatê serdest bin û vê yekê bo ewlehiya sînorê xwe wek metirsiyekê dibîne.

K24 – Enqere

Hêzên Demokratîk ên Sûriyê bi serkêşiya YPGê li Rojavayê Çemê Firatê bi pêş ve diçin daku DAIŞê ji Cerablûs û Reqqayê paqij bikin. Lê Tirkiye naxwaze Hêzên Kurdan li Rojavayê Firatê serdest bin û vê yekê bo ewlehiya sînorê xwe wek metirsiyekê dibîne. Pirs jî ew e gelo çima Tirkiye cîrantiya hêzên Kurdan naxwaze?

Tirkiye li dijî wê yekê ye ku Hêzên Kurdan Çemê Firatê derbas bikin û li ser sînorê wan li nav axa Sûriyê herêmekê kontrol bikin. Herwiha rayedarên Tirk her tim bi daxuyaniyan dibêjin ew dê rê nedin YPGê ku ji çemê Firatê derbas bike.

Lê belê ligel vê yekê YPG bi piştgiriya Hêzên Hevpeymanî ku Emerîka serkêşiya wê dike û Rûsya derbasî Rojavayê Firatê bû û bo herêmê ji DAIŞê paqij bike ber bi Reqqayê pêş ve diçe.

Rojnameger Îrfan Aktan dibêje tenê Tirkiye li dijî Hêzên Kurdan e. Lê belê dewletên Ewropî, Emerîka û Rûsya di têkoşîna li dijî DAIŞê de piştgiriya Kurdan dikin: “Hêzên Navneteweyî ne li dijî vê pêşveçûnê ne. Ji ber ku heta DAIŞ li wê derê be. Heta DAIŞ li Cerablûs û Reqqayê be, aramiyek li herêmê çênabe û DAIŞ her tim li wê derê qaweta xwe nû dike.”

Li aliyê din, Rojnamegerê Milliyetê Namik Durukan jî dibêje ku her biçe şer dê dijwartir bibe. Ji ber bi armanca DAIŞ bi temamî ji herêmê were derxistin plan hatine çêkirin û di demên pêş de operasyonên berfireh dê destpê bikin.

Durukan got: “Eger Rûsya di piştgiriya xwe de berdewam be. Eger operasyonên xwe yên esmanî berdewam bike wê hêzên YPGê herêmeke berfireh ji dest DAIŞê derxin.  Ji bo vê yekê jî operasyonên mezin tên kirin û gund û bajarok yek bi yek ji dest DAIŞê tên rizgarkirin.”

Beriya hefteyekê bi piştgiriya Emerîkayê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê Bajarê Tişrîn ji dest DAIŞê rizgar kiribûn û li rojavayê çemê Firatê bi pêş ve çûbû ango xeta sor a Tirkiyê derbas kiribû. Ev yek ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat pirsîn lê Erdogan got haya wî ji vê agahiyê nîn e û careke din dubare kiribû ku ew nahêlin Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ji aliyê Kurdan ve were kontrol kirin.

Rojnamegerê Milliyetê Namik Durukan