Ozgen: Diyarkirina çarenivîsê mafê gelê Kurd e

Serokên Saziyên Sivîl li Diyarbekirê piştgiriya xwe ji bo daxwaza rêvebiriyên xweser ragihandin û banga rawestandina şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê kirin.

K24 - Diyarbekir

Serokên Saziyên Sivîl li Diyarbekirê piştgiriya xwe ji bo daxwaza rêvebiriyên xweser ragihandin û banga rawestandina şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê kirin. Şanda  ku ji serokên saziyên sivîl ên Tirkiyê pêkdihat serdana KCDê, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Parêzgariyê kirin û dan zanîn ku pirsa Kurd bi dorpêçkirina navçeyan û şer çareser nabe, berevajî çareseriyan dixe metirsiyê.

Şandeke ku ji serokên saziyên mafên mirovan, sendikayên xebatkarên civakî û saziyên pişeyî yên li Tirkiyê pêk dihat, destpêkê serdana Serokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dicle kir û ragihandin ku ew nehatine serdana cîran an jî birayê xwe ku agir di beşekî mala wan de ye lê hatine ku bi hevkarî têkoşîna temirandina wî agirî bidin.

Serokê Giştî yê Federasyona Sendîkayên Kedkarên Xebatên Civakî (KESK) Lamî Ozgen, ji Kurdistan24ê re diyar kir ku, daxwaza xweseriyê û diyarkirina çarenivîsa xwe mafê gelê Kurd e û divê herdû alî jî çekan bêdeng bikin.

Şandê piştî serdana xwe ya bi Hevserokên Şaredariya Diyarbekirê re jî li ber şaredariyê ragihand ku ew wek saziyên sivîl û mafên mirovan dê têkoşîna ji bo peyda kirina çareseriyê berdewam bikin.

Serokê Komeleya Hûqûqnasên Hevçerx (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, got ku ragihandina qedexeyan li dijî destûra Tirkiyê û peymanên navdewletî yên ku Tirkiyê jî îmze kirine û wiha axifî: "Li Tirkiyê tu rewşeke awarte, rewşa şerê navxweyî û cuntekariyekê nehatiye ragihandin û ev qedexeyên hanê jî li gor destûrê tawan in. Ev tişt dorpêç kirina leşkerî ye, biryareke siyasî ye, di tu destûr û hûqûqê nayê şîrove kirin."  

Şanda navbirî piştî serdana Parêzgeriya Diyarbekirê dê daxwiyaniyeke giştî bide. Lê heta niha herçiqas saziyên civaka sivîl banga aştiyê ji herdu aliyan dikin jî dîsan şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê berdewam in û rojane welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Serokê Komeleya Hûqûqnasên Hevçerx (ÇHD) Selçûk Kozagaçli