Siudiye: Nakokiyên ligel Îranê nagihin asta şer

Erebistana Siudiyê ragihand ku eger şerek di navbera Siudiyê û Îranê de derkeve, dê wêranbûn be û Riyad nahêle ku ew şer çêbibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Erebistana Siudiyê ragihand ku eger şerek di navbera Siudiyê û Îranê de derkeve, dê wêranbûn be û Riyad nahêle ku ew şer çêbibe.

Kovara Brîtanî “Economist” li ser zarê Cîgirê Şahê Siudiyê Mîr Mihemed bin Selman wiha nivîsiye: “Em pêşbînî nakin ku şerek di navbera Siudiyê û Îranê de çêbibe, ji ber ku em hewl didin nakokiyan kûrtir nekin.”

Wezareta Derve ya Îranê, duh diyar kir ku Erebistana Siûdiyê bimebest balyozxaneya Îranê li Yemenê bombebaran kiriye, ev kar jî binpêkirina hemû rêkeftinên navdewletî yên derbarê parastina nûnertiyên diplomatic de ye û mafê xwe parastinê yê Îranê jî heye.

Siûdiyê di 2ê Çile de, bi tohmetên “teror û têkbirina ewlehiya Siudiyê”  47 kes darvekirin, di nav wan de kesayatiyê Şîe, Nimir Baqir el-Nimir hebû, ev yek jî bû sedema têkçûna peywendiyên Tehran û Riyadê.