Amerîka 5 hezar roketên Hellfire difroşe Iraqê

Pentagonê ragihand ku Amerîka dê 5 hezar roketên corê Hellfire bi behayê 800 milyon dolar bifroşe Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîka dê 5 hezar roketên corê Hellfire bi behayê 800 milyon dolar bifroşe Iraqê.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîka dê 5 hezar roketên core Hellfire bi behayê 800 milyon dolar bifroşe Iraqê.

 Mafê Kongresa Amerîkayê heye rêgiriyê lê vê firotinê bike ji ber ev corê roketan yek ji wan çekan e ku parastina ewlekariya neteweyî ya Amerîka dike.

Ajansa Alîkarî, Tenahî û Berevaniyê ku serpereştiya firotina çekan dike, li Kongresa Amerîkayê ragihand ku hikûmeta Iraqê daxwaza kirîna 5 hezar roketên Hellfire kiriye, ligel 10 mûşekên perwerdeyê.

Ajansa navborî di nameyekê de ku ji Kongresê re şandiye wiha berevaniyê li firotina wan çekan dike: “Firotina wan roketan alîkariyê di parastina ewlekariya neteweyî ya Amerîka de dike.”