Li Stenbolê 9 HDPyî hatin desteserkirin

Hêzên ewlekariyê yên Tirk bi ser avahiya HDPê ya Beyogluya Stenbolê de girtin û Hevseroka navçeya Beyogluyê Rukiye Demîr û 8 endamên HDPyî hatin girtin.

K24 - Stenbol

Hêzên ewlekariyê yên Tirk bi ser avahiya HDPê ya Beyogluya Stenbolê de girtin û Hevseroka navçeya Beyogluyê Rukiye Demîr û 8 endamên HDPyî hatin girtin.

Li Stenbolê, li avahiya Beyoglu ya HDPê ji aliyê polîsan ve lêgerîn hat kirin. Dema operasyonê, dest danîn ser ewraq û hard dîskên kompîterê. Hevseroka Beyogluya HDPê Rukiye Demîr dema ku operasyonê bihîst çû avahiyê û di avahiyê de hat desteserkirin. Ji bilî Demîr 8 kesên HDPyî jî li malên xwe hatin desteserkirin.

Hevserokê bajarê Stenbolê yê HDPê Cesîm Soylu jî piştre li ser operasyonê daxuyanî da rojnamevanan. Soylu got: "Operasyoneke derhiqûqî ye. Dema li dijî partiyeke siyasî operasyon bê kirin pêwîst e pêşî rayedarên wê partiyê bên agahdarkirin. Lê tu agahî ji me re nehatiye dayîn û bêyî destûr operasyoneke kêfî hatiye kirin. Eger serokkomarê vî welatî siyasetmedarên me ji xwe re bike hedef polîs jî dê bi vî awayî operasyonan bikin."

Di operasyonê de hinek wêneyên ku li ser dîwar daleqandîbûn bûn hatin dirandin. Qaseyeke ku tê de belgeyên girîng hebûn hat teqandin û ewraqên tê de birin rêveberiya ewlekariya Stenbolê.

Berî niha jî li Diyarbekirê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk bi beşdariya gelek polîsan operasyon hatibû kirin û 2 kes hatibûn desteserkirin.