Bendava Tişrînê di bin destê HSDê de ye

Li gor hinek komîteyên hevrêziyê yên xwecihî, hêzên Amerîkî bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê kontrol kirine, lê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor hinek komîteyên hevrêziyê yên xwecihî, hêzên Amerîkî bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê kontrol kirine, lê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike.

Komîteyên hevrêziyê yên xwecihî ragihandin ku hêzên Amerîkî bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê kontrol kirine û ew amadekariya kontrolkirina bajarê Minbicê yê rojavayê çemê Firatê dikin.

ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo derbarê van gotinan de ji K24ê re got ku HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bendava Tişrînê ji destê DAIŞê rizgar kirine û ti hêz jî ji bilî HSDê li wê deverê nînin.

Di 26ê Kanûna borî de HSDê di operasyona paqijkirina gundên ser çemê Firatê de, bendava Tişrînê ji bin kontrola çekdarên DAIŞê derxist.