"Jiyana rojnamevanên li Bakur di metirsiyê de ye"

Rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê, di salvegera kuştina Rojnamevanê Kurd Metîn Goktepe de, çalakiyek kirin û dan zanîn ku di vê serdema şer de canê rojnamevanan jî di bin gef û metirsîyê de ye.

K24 - Stenbol

Rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê, di salvegera kuştina Rojnamevanê Kurd Metîn Goktepe de, çalakiyek kirin û dan zanîn ku di vê serdema şer de canê rojnamevanan jî di bin gef û metirsîyê de ye. Rojnamevanan Musa Ater (Apê Musa) jî bibîranîn û diyar kirin ku rojnamevan dê reça rojnamegeriya azadîxwaz bidin domandin.

Komeleya Rojnamevanên Azad (ÖGD), Weşanên Evrensel û Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê li Diyarberkirê rojnamevanên ku hatine kuştin bibîranîn û bal kişandin ser wê yekê ku li Bakurê Kurdistanê rewşeke metirsîdar a şer heye û ev rewş xeteriyên mezin li ser kar û jiyana rojnamevanan jî peyda dike. Herwiha diyar kirin ku li Tirkiyê bi giştî rojnamegerî di bin zext û pêkutiyên dijwar de ye û destwerdanên tund li beramber rojnamevanan tên kirin.

Musa Anter ku Kurd jê re dibêjin Apê Musa, di 20ê îlona 1992an de li Diyarbekirê ji aliyê hêzên tarî yên dewleta Tirk ve hatibû kuştin. Metin Goktepe jî sala 1996an di serdema desteser kirî de bi êşkence hatibû kuştin. Di nav mehekê de gelek rojnamevan hatin desteser kirin, 2 ji wan jî hatin girtin.