PYDê endamtiya xwe di nav “opozîsyona hundir” de ragirt

PYDê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Suryanî diyar dikin ku, Desteya Hevahengiya Niştimanî rêz li rêkeftinên xwe negirtiye.

K24- Qamişlo

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û 2 partiyên din endamtiya xwe di Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Sûriyê “ragirtin.”

Di daxuyaniyeke hevbeş de, PYDê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Suryanî ragihandin ku, Desteya Hevahengiya Niştimanî “çend pêngav bêyî agahdariya wan dane.”

Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyonê, bi navê opozîsyona hundir tê naskirin, PYD jî yek ji damezrêner û pêkhateyên sereke yê wê hêza opozîsyonê bû.

PYD û her du partiyên din jî di daxuyaniya xwe de anîne ziman ku, Desteya Hevahengiyê rêz li rêkeftinên xwe yên ligel Rêveberiya Xweseriya Demokratîk negirtiye.

Lewma PYDê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Suryanî, endamtiya xwe di nav Desteya Hevahengiyê de ragirtin.

Desteya Hevahengiyê beşdarî kongreyê Riyadê yê opozîsyona Sûriyê bibû, nûnerên wê jî di nav Desteya Danûstandinan a Opozîsyonê de cih girtin.

Desteya Danûstandinan jî, red kiribû ku Hevserokê PYDê, Salih Mislim bibe yek ji endamên wê.