"Divê rê li ber çûna Îmraliyê neyê girtin"

Komeleya Mafê Mirovan û Komeleyên Hiqûqnasan bi daxuyaniyekê bal kişandin ser rewşa Serokê PKKê Abdullah Ocalan û hişyarî dan hikûmeta Tirkiyê.

K24 - Enqere

Komeleya Mafê Mirovan û Komeleyên Hiqûqnasan bi daxuyaniyekê bal kişandin ser rewşa Serokê PKKê Abdullah Ocalan û hişyarî dan hikûmeta Tirkiyê daku rê li ber çûn û hatina girtîgeha Îmraliyê veke û malbat û parêzerên Ocalan serdana wî bikin.

Daxuyanî doh li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê, bi tevlîbûna Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Federasyona Komeleyên Xizmên Girtiyan û Parêzerên Ocalan, ji aliyê Serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan ve hate dayîn.

Turkdogan diyar kir ku ji 12ê Cotmeha 2011an heta niha çûna parêzerên Ocalan a bo Îmraliyê tê astengkirin û hikûmet û Wezareta Dadê hişyar kir ku dawî li vê yekê bînin.

Ozturk Turkdogan bi bîr anî ku wan serî li Saziya Mafên Mirovan daye ku serdana girtîgeha Îmraliyê bikin û got; "Ji bilî me, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Hemwelatiyên Helsinkî û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê serî li Saziyê dane. Saziya Mafên Mirovan hem di çarçoveya rêzikên xwe û hem jî di çarçoveya Peymanên Navneteweyî de xwedî ew rayeye ku bersiveke erênî bide me. Eger bi sedemên wekî koster naxebite ango rewşa hewayê nebaş e rê li ber me were girtin em ê vê yekê li Komîteya Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekgirtî û Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê gilî bikin.” 

Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Ewropayê sala 1987an di bin banê Konseya Ewropayê de hate damezrandin û ji sala 1989an ve hewl dide ku rê li ber êşkence û kiryarên nemirovane bê girtin.