Li Tirkiyê 7 hezar rojnamevanan betal in

Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyê da zanîn ku astengiya herî mezin bo rojnamegeran gefa girtîgehê ye.

K24 - Stenbol

Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyê da zanîn ku astengiya herî mezin bo rojnamegeran gefa girtîgehê ye. Di sala 2015an de êrîşî ji zêdeyî 70 rojnamegeran hatiye kirin û 30 rojnamevan hê jî di girtîgehê de ne. Herwiha rêjeya betaliyê ya di medyayê de ji sedî 300 zêde bûye.

Li Tirkiyê di nav 12 mehan de 100 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine desteserkirin. Yan bi destê polîsekî yan jî ji aliyê hinek kesan ve dema li ser kar gelek êrîş bo ser peyamnêr û kameramanan jî hatine kirin.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyê Ugur Guç diyar kir ku ji bo hevkarên wan ên ku ketine ber êrîşan doz hatine vekirin lê tu encam jê derneketiye: "Rojnamegerek ku gefa êrîşa xwariye ji bo mafê xwe serî li dadgehê dide lê ji bo berpirsan tu ceza nayê dayîn. Dema bûyerên Geziyê, bi zanetî gule hatin berdan, bi sedan rojnameger hatin birîndarkirin. Lê belê tu karmenên ewlekariye ceza nexwarin."

Serokê Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyê Turgay Olcayto got ku li Tirkiyê azadiya çapemeniyê nîne û wiha axifî: "Gelek caran weşandina nûçeyan tê astengkirin. Di warê azadiya çapemeniyê de rewşa Tirkiyê qet ne baş e. Neheqiyên ku li rojnamevanan tên kirin di medyayê de cih nagirin. Rewşa rojnamevanan ji ber betaliyê jî di metirsiyê de ye."

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 200 malper ji ber qedexeya weşanê hatine girtin. Herwiha li gor saziya Îstatîstîka Tirkiyê 7 hezar rojnamevan betal in.

Serokê Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyê Turgay Olcayto

Panela li ser pirsgirêkên rojnamegeran