"Ti hêzeke Amerîkayê li bendava Tişrînê nîne"

Di 26ê meha borî de bendava Tişrînê ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk ve ji destê DAIŞê hatû rizgarkirin.

K24 - Kobanê

Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk li Kantona Kobanê habûna hêzeke Amarîkayê li bendava Tişrînê red kir.

Derbarê mijarê de Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk li Kantona Kobanê Şervan Derwîş ji K24ê re got: "Ew nûçeyên ku di medyayê de têne weşandin û behsa hebûna hêzeke Amerîkayê li bendava Tişrînê dikin, nerast in, em beşek in ji Hevpeymaniya Navdewletî û li ser erdê şer dikin, Hevpeymaniya Navdewletî ya bi Serokatiya Amerîkayê  tenê bi rêya operasyonên esmanî alîkariya me dike."

Derwîş da zanîn, ku ew kesên van nûçeyan belav dikin dixwazin serkeftinên Hêza Sûriyê ya Demokratîk piçûk bikin, an jî wenda bikin û tekez kir ku ti hêzeke Amerîkayê li bendava Tişrînê nîn e.

Di 26ê meha borî de bendava Tişrînê ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk ve ji destê DAIŞê hatû rizgarkirin.