Amerîka daxwaz ji Rûsyayê kir ku zextê li Esed bike

Ev 7 meh in 40 hezar welatiyên bajarokê Madaya ji aliyê rejîma Sûriyê ve dorpêçkirî ne û heta niha 21 kesan ji nêza canê xwe ji dest dane.

K24 - Navena Nûçeyan

Amerîka daxwaz ji Rûsyayê  kir ku desthilata xwe bikarbîne û zextê li rejîma Sûriyê bike, da rê li ber alîkariyên mirovî veke ku derbasî bajarokê Madaya bibin,  ku rejîma Sûriyê dorpêç kiriye.

Derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby got: "Em daxwazê ji rejîma Sûriyê dikin ku pêbendê sozên xwe be û dorpêçkirina bajarokê Madaya rake, herwiha rê bide alîkariyên mirovî daku derbasî wî bajarokî bibin."

Kerby, herwiha daxwaz ji Rûsyayê jî kir ku zextê li rejîma Esed bike da alîkarî derbasî bajarokê Madaya bibin. Ev 7 meh in 40 hezar welatiyên bajarokê Madaya ji aliyê rejîma Sûriyê ve dorpêçkirî ne û heta niha 21 kesan ji nêza canê xwe ji dest dane.