Îranê 200 “Caşên Kurd” şandine Sûriyê

Berpirsekî HDKê diyar dike ku, rejîma Îranê rewşa aborî ya xirab li Rojhilatê Kurdistanê îstixlal dike, ji bo ku xortan bişîne Sûriyê.

K24- Mehabad

Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) aşkere kir ku, di çend rojên borî de, Îranê bêhtir ji 200 (Caşî) şandiye eniyên şer li Sûriyê.

Di daxuyaniyeke taybet de bo K24, Endamê Komîteya Navendî ya HDK, Xalid Wenewşe got: “Beriya çend rojan, Komara Îslamî ya Îranê 200 kes ji Caşên bajarê Mehabadê, bi bihaneya serdana cihên pîroz, şandine bajarê Meşhed, ji bo ku ji wê de wan bi paseportên taybet bişîne Sûriyê.”

Xalid Wenewşe diyar kir jî ku, ji ber hejarî û jiyana diwar “li Rojhilatê Kurdistanê, hinek kes neçar dibin ku ji Îranê re çek hilgirin û bibin Caş.”

Navborî bêhtir li ser vê xalê axivî û got ku, beriya niha rejîma Îranê 30 milyon timen dida her kesekî ku bibe Caş, beriya ku ew kes bo Sûriyê bên şandin, ew qasê pereyan ji rejîma Îranê wergirtine.

Derbarê egera şandina wan “Caşan” bo Iraqê jî, Wenewşe diyar kir ku, ne dûr e ew “Caş” bo nav çekdarên Heşda Şeibî li Iraqê jî hatibin şandin.

Wî berpirsê HDKê Diyar kir ku, ji ber zêdebûna hejmara kuştiyên Pasdarên Îranê li Sûriyê, dengê nerazîbûn û nîgeraniyê li nava Îranê bilind bûye, lewma ew welat dixwaze ji Rojhilatê Kurdistanê çekdaran bişîne Sûriyê.