Merkel yasaya “derkirina penaberan” pesend kir

Nîvê kesên ku di bûyerên sersalê de hatine girtin, penaber in.

K24- Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Elmanî, Angela Merkel, yasaya derkirina penaberên “tawanbar” ji wî welatî, pesend kir.

Pesendkirina vê yasayê ji aliyê Merkel ve, piştî bûyerên destdirêjiy di şeva sersalê de li Cologneyê tê.

Di wê şevê de, destdirêjî li ser sed jin û keçan hat kirin, li gor polîsan jî, nîvê kesên ku ew destdirêjî kirine, ji penaberan e.

Li gor yasaya ku Merkel pesend kiriye, her penaberê ku ji aliyê dadgehê ve were tawanbarkirin, dê ji Elmanya bê derkirin.

Biryar e jî îro xwepêşandaneke mezin li ji bo şermezarkirina wan bûyeran li Cologneyê birêve biçe.

JI encama wan bûyeran jî, rêveberê polîsê bajêr dest ji karê xwe berda, herwiha rexneyên li ser siyaseta wergirtina penaberan li Elmaniyayê carek din ket rojevê.

Li gor amarên fermî, di sala 2015an de, Elmanyayê pêşwazî li bêhtir ji 1 milyon kesî kiriye.